Stêrnasî-Astronomî

Stêrnasî yan stêrzanî yan esmannasî yan jî astronomî ew zanist e ya ku vekolînan li ser stêran, exteran û galaksiyan dike. Bi kurtî, stêrnasî eleqedarî hemû tiştên di esmanan heye. Ew gerdûnê, stêrê û pergala rojê vedikole.

Kesê ku karê wî stêrnasî be, stêrnas an astronom e. Astronom û astronot ji hev cuda ne. Astronom lêkolînan li ser stêran dikin. Esmanger li esmanan digerrin.